Gelo li Tirkiyê artêş dê kudetayê bike?

Opozîsyonê amaje bi vê yekê jî kir ku, cemeata Fetullah Gulen, di navê artêşê de beşa îstixbaratê, kompîtur û têkîliyên civakî de bihêz e û herwiha daxwaz kir ku, di zûtirîn demê de ew kes ji wan deveran bêne paqij kirin.

K24-Enqerê

Gotegotên ku ji aliyê artêşê ve amadekariyên kudetayekê tê kirin kete rojeva parlamentoyê. Partiyên opozîsyon îdia kirin ku partiya desthilatdar bi qestî wan gotinan belav dike û balkişandin li ser daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê ya ku wan îdiayan vala derdixe.

Li Tirkiyê li ser xurtbûna îdiayên ku, artêş dê kudetayekê pêk bîne Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku gotegot rast nîn in. Babet îro di rojeva parlamenê de bû. Partiyên opozîsyon diyarkirin ku cemeata Fetullah Gulen hêzek wisa nîn e ku di arteşê de kutedayekê pêk bîne û balkişandin li ser wê yekê ku îdîa biqestî tên belav kirin.

Derbarê vê mijarê Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Dursun Çîçek wiha dibêje:“Sererkaniya Giştî xwe bi xwe daxuyaniyekê nake û nabêjê ‘em kudetayê nakin.”  Bi taybet di encama helwesta hindek rojnamevanên ku xizmeta hinek girûbên siyasî û fikr û ramanan dikin de pêdivî bi daxuyaniyek bi vî rengî dîtiye”

Muxalefetê ew tişt jî wek watedar bi nav kir ku Sererkaniya Giştî wan îdiayan xwe bi xwe dike û amaje bi wê yekê kirin ku beriya niha hikûmetê dabû zanîn ku wezîr û Sererkaniya Giştî girêdayî hikûmetê ye lê belê niha bêdeng dimînin.

Ji aliyê xwe ve E Cîgirê Serokê Koma MHPê mîn Haluk Ayhan wiha axifî:“Niha eger pêwist be kesek bersiva wan îdiayan bide divê pêşî ew bersiv ji aliyê hikûmetê ve bê dayîn. Qey hikûmetê dev ji van tiştan berda ku ji mecbûrî daxuyaniyek wiha derkete holê. Divê mirov wê jî ji hikûmetê bipirse.”

Opozîsyonê amaje bi vê yekê jî kir ku, cemeata Fetullah Gulen, di navê artêşê de beşa îstixbaratê, kompîtur û têkîliyên civakî de bihêz e û herwiha daxwaz kir ku, di zûtirîn demê de ew kes ji wan deveran bêne paqij kirin.