Davutoglu: Tevî hemû gefan navçeya Sûrê nû dikin

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu li Mizgefta Mezin nimêja înê kir û dûvre li ser otobusê xîtabî xelkê kir. Davutoglu, got tevî hemû gefan dê navçeya Sûrê nû bikin û hemî zerer û ziyaniya mexdûrên pevçûnan dê bidin.

K24 – Diyarbekir

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu li Mizgefta Mezin nimêja înê kir û dûvre li ser otobusê xîtabî xelkê kir. Davutoglu, got tevî hemû gefan dê navçeya Sûrê  nû bikin û hemî zerer û ziyaniya mexdûrên pevçûnan dê bidin.

Serokwezîr Davutoglu di nava tedbîrên ewlekariyê yên zêde de hat Diyarbekirê. Dawutoglu ewil beşdarî merasîma cenazeyên 7 polîsên ku duh di êrişa bombeyî de canê xwe dest dabun bû.

Serokwezîr Dawutoglu dûvre bi şandeya wezîr û bi parlementeran re hat Mizgefta Mezin. Dawutoglu piştî nimêja înê di nava dirûşmên wek "Bijî Serok Ehmed" de derket ser otobusa serokwezîrtiyê û derbarê navçeya Sûr û rojevê de axivî.

Dawutoglu wiha got: "Em ê navçeya Sûrê ji nû ve ava bikin, emê Sûrê bikin cihê jina nû. Em hemû yek in, em hemû bira ne."

Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, demeke dirêj e her heftê nimêja Înê li bajareke Bakurê Kurdistanê dike. Davutoglu beriya niha li Sîlopî, Mêrdîn û Wanê nimêja înê kir, îro jî li Diyarbekirê nimêja înê kir.

Ji aliyekî din ve, Duh danê êvarê, li ser riya Diyarbekirê û Rihayê nêzikê Termînala Diyarbekirê, dema otobuseke polîsan derbas dibû, otombîlele ku tonek TNT barkirî li dijî otobusa polîsên hêza taybet êriş pêk hatibû.

Hêzên Parastina Gel (HPG) berpirseyatiya xwe derbarê teqîna duh ya li Diyarbekirê ragihand. HPGê encama wî êrîşê ragihand ku “17 polîs hatine kuştin û 13 polîsên din jî birîndar bûne.”