Xwendekarên Zankoya Ataturk fîlmekî li ser zarokên Bakur dikişînin
K24 – Erzerom
Li Erzeromê xwendekarên zankoyê projeyek amade kirin ku bi kurtefîlmekê jiyana zarokên Bakurê Kurdistanê rave dike. Di fîlmê ku bi Kurdî hatiye kişandin behsa jiyana karakterekî bi navê Rojhat tê kirin ku nekariye zarokatiya xwe bijî. Fîlm bi keda xwendekaran hate amadekirin û kişandina wî filmî 10 rojan ber xwe da.
Xwendekarên beşa ragihandina Zankoya Ataturk bi bûdçeyek sifir, bi kedên xwe kurtefîlmek bi Kurdî amade kirin. Di fîlmê ku li bajarê Qersê di nava 10 rojan de hate kişandin, behsa karakterê bi navê Rojhat tê kirin ku tuşî boyaxkerkirinê maye.
Rojhat zaroke malbatek kasib e û ligel ku divê biçe dibistanê, neçar e giraniya aboriya malbata xwe jî parve bike. Rojhat rojekê li parkê digel mamosteyek ku dixwaze ew vegere dibistanê rûdine, di wê navê de bavê xwe dibîne û direve, di dema ku direve de erebeyek lê dixe û canê xwe ji dest dide.
Xwendekarê ku fîlm amade kiriye ji K24ê re axivî û got: “Em 5 heval in. Ev fîlmê me li bajarê Qersê derbas dibe. Qehremanê me navî wî Rojhat e. Rojhat naçe dibistanê. Bavê wî nahêle ku ew biçe dibistanê. Rojhat karê boyaxçîtiyê dike. Em li ser vê mijarê rawestîn.”
Filma bi navê "Mirin Beyî Bibin Zarok" senaryoya xwe ji çîrokek rastî wergirtiye. Derhênêrê fîlm Ulaş Işik derbarê fîlmê xwe de wiha dibêje: "Bavê min jî dema zarok, ji ber nebûnê boyaxkerî kiriye, lewma ez dikarim bibêjim ku çavkaniya çîronkê ji jiyana malbata min tê. Film Kurdî ye, bi vê yekê gelê me dikare bi awayekî hêsan fêhm bike."
Ciwanên ku fîlmê xwe yê yekem bi hêviya balkişandina li ser jiyana zarokên bakurî amade kirin, diyar kirin ku ew ê ji niha pê de fîlmên xwe her bi Kurdî bikşînin, ku him alikariya sînemaya Kurdî bikin, him jî xwe di warê sînemaya Kurdî de bipêş bixin.