Ji Brîtaniya tê xwestin ku jinên Kurdên Êzdî li xwe bigire

Daxwaz ji Brîtanya tê kirin, ku mafê penabertiyê bide jinên Kurd ên Êzdî, yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, herwiha bixin bin çavdêriya bizişkî jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxwaz ji Brîtanya tê kirin, ku mafê penabertiyê bide jinên Kurd ên Êzdî, yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, herwiha bixin bin çavdêriya bizişkî jî.

Li gor raporteke rojnameya “Guardian” ya Brîtanî, çalakvanên di warê mafên jinan li Brîtanyayê, daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dikin, ku 100 jinên Kurdên Êzdî yên nû ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, li xwe bigire. Herwiha mafê penabertiyê û alîkariya deronî li wan jinan bike.

Çalakvana bi navê Jacqueline Isaac ya ku ew daxwaz pêşkêşî hikûmeta Brîtanyayê kiriye ragihand, tevî ku ew bi sedan keç û jinên Kurdên Êzdî ji aliyê Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin, lê ew jin pêwîstiya wan bi çavdêriya bizîşkî hene, bi taybet jî ji aliyê deronî ve.

Li gor nûtirîn raporta rêxistina NY derbarê hejmara keç û jinên Kurdên Êzdî yên ku di bin destê DAIŞê de ne, nêzîka 3 hezar û 500 keç û jin in.