Bi vîdyo.. Hunermendekî Ereb sibe dibe Kurd

Hunermendê Îmaratî yê navdar Husên el-Cesmî ku balyozê NY bo niyazpakiyê ye, îro danê êvarê gihêşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê ve hat pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Hunermendê Îmaratî yê navdar Hisên el-Cesmî ku balyozê NY bo niyazpakiyê ye, îro danê êvarê gihêşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê ve hat pêşwazîkirin.

Bo avakirina sêyemîn kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê li navçeya Behrikê ya ser bi Hewlêrê ve, ku ji aliyê Heyva Sor ya Îmarata Erebî ve tê avakirin. El-Cesmî ji K24ê re ragihand ku, hatina wî bo Herêma Kurdistanê ku peyama aştî û dilxweşiya dewleta Îmarata Erebî ji xelkê Kurdistanê û penaberên Sûrî re aniye.

El-Cesmî got: “Dixwazim wek hunermendekî rola min bo alîkariya penaberan hebe û şanaz im jî ku hatime serdana penaberên li Herêma Kurdistanê dikim.”

El-Cesmî got jî: “Ji mûzîka Kurdî hez dikim û gelek guhdariya wê dikim. Gelek hevalên min yên Kurd hene û şanaz im jî ku rojekê bi Kurdî stranekê bibêjim. Şanaz im jî ku hatima Kurdistanê ku aştî û dilxweşî lê dibînim.”

Siba lîstika “Klasîko” ya navbera her du tîmên Îspanyayê Barcelona û Real Madrid e, el-Cesmî xwediyê stranekê li ser Bercelone ye, ji K24ê re ragihand ku, ew piştevaniya Kurdistanê dike dibe Kurd û got: “Naxwazim bersiva wê yekê bidim, ku piştevaniya kîjan tîmê dikim, lê sibe ez dibim Kurd û piştevaniya Kurdistanê dikim.”