Demîrtaş: Li Bakurê Kurdistanê endazyariya civakê tê kirin

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş di destpêka cîvîna encûmena partiya xwe de axivî. Demîrtaş rexneyên giran li Ahmet Davutoglu û Kemal Kiliçdaroglu girt.

K24 – Enqere

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş di destpêka cîvîna encûmena partiya xwe de axivî. Demîrtaş rexneyên giran li Ahmet Davutoglu û Kemal Kiliçdaroglu girt.

Di rojeva hevserokê HDPê de axaftina Davutoglu ya li Sûrê hebû. Demîrtaş helwesta Davutoglu wek karsazî bi nav kir û got “di nav axaftina wî de tu peyvek li ser aştiyê nîn e, wekî ku ew karsazeke û wekî belênderekî ketiye dû proje û îhaleyan”

Demîrtaş ji ber rewşa Bakur partiyên opozîsyon jî sûcdar kir û herwiha îdîa kir ku bêdengiya CHP û MHP rê li ber zêdebûna fişara hikûmetê dike. Hevserokê HDPê derbarê guhertina destûra bingehîn de jî, hikûmet bi nerast axaftinê sûcdar kir û got: “jixwe niyeteke wan nîn e ku destûrê biguherînin, yek daxwaza wan heye ew jî serokatî ye”

Demîrtaş ji ber gotinên Davutoglu yên li ser guhertina destûrê jî wek pêkenok bi nav kir û got “Serokwezîrekî ku nikare lijneya wezîran bi vîna xwe kom bike dê çawa destûrê biguherîne? Ey Davutoglu ez dizanim ku tu ji min zêdetir li dijî pergala serokatiyê yî, ez dizanim ku tu carna di nav dile xwe de dibêjî ‘xwezî min jî wekî wî karibûna bibêjim “em te nakin serok” lê tu nikarî.”