Bi vîdyo.. Wêneyên nû yên bajarê Helebê

Şerê li Sûriyê ku ketiye sala pêncemîn, bajarê Helebê jî yek ji zêdetirîn bajar e ku şer lê tund e û zêdetir jî hatiye wêrankirin, bi taybet jî beşê rojavayê Helebê ya di bin kontrolkirina çekdarên opozîsyonê de ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f91fda48-8474-424f-a405-20436672709d/weranyekani%20shari%20Halab.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Şerê li Sûriyê ku ketiye sala pêncemîn, bajarê Helebê jî yek ji zêdetirîn bajar e ku şer lê tund e û zêdetir jî hatiye wêrankirin, bi taybet jî beşê rojavayê Helebê ya di bin kontrolkirina çekdarên opozîsyonê de ye.

Bajarê Helebê, yek ji zêdetirîn bajarê Sûriyê ye ku şer û pevçûn di navbera rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê dîtiye. Li dirêjeiya 5 salan ve, bi sed hezaran welatiyê Helebê ji ber wî şerî giran reviyan e.

Nêzîkî ji sedî 40î ji taxên rojavayê helebê, yên di bin kontrola çekdarên opozîsyonê de ne, bi temamî wêran bûye. Ev wêranbûn jî bi awayekî ye, ku dibe êdî ew bajar ji bo xelkê Helebê bûye bajarekî biyan.