Li Dirbasiyê teqîn: 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqînekê de 15 kes birîndar bûn.

K24 – Qamişlo

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqînekê de 15 kes birîndar bûn. 
peyqamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragihand, li bajarê Dirbêsiyê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, îro danê piştî nîro, li xwaringeha Siwar teqînek çê bû. Di encamê de 15 kes bi sivikî birîndar bûn.  

Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn. Hêzên Asayişa Rojava dora cihê bûyerê girtin û dest bi lêkolînê kirin.