Ahmet Davutoglu:PKKê dikare dest bi pêvajoya aştiyê bike

"Dema ku, çek têne bikaranîn nirxê raman û siyasetê namîne. "

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje ku, ger Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) vegere Gulana 2013an ew dikarin dest bi pêvajoya aşitiyê bikin.

Davutoglu di serdana xwe ya li Amedê, ligel komek rojnamevanan civîya bû û pirsên wan bersivandibû. Hat zanîn ku, Davutoglu di wê civînê de diyar kiriye ku, pêvajoya aşitiyiyê wan bidawî ne anîne. Ger piştî teqîna Pirsûsê li bajarê Semsûrê 2 polîsên wan nehatiba kuştin wan dest bi operasyonan nedikir.

eger PKKê hemû çekdarên xwe ji Tirkiyeyê vekişîne, ew dikarin her tiştî biaxifin û gûftûgo bikin.

Davutoglu got ku, pêwîste PKKê dev ji çekan berde. Ji ber ku, dema çek werin bikaranîn nirxê raman û siyasetê namîne.