Gelo Tirkiye welatekî ewle ye?

Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê û teqînên paytexta Tirkiyê Enqere û Stenbolê bi ewlebûn û ewlenebûna Tirkiyê bûbû cihê nîqaşê. Herî dawîn Îngilîstanê ku yek ji wan welatan e herî zêde turîstan dişîne Tirkiyê, li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh kir. Li gorî vê lêkolînê Tirkiye ne welatekî ewle ye.

K24 – Enqere

Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê û teqînên paytexta Tirkiyê Enqere û Stenbolê bi ewlebûn û ewlenebûna Tirkiyê bûbû cihê nîqaşê. Herî dawîn Îngilîstanê ku yek ji wan welatan e herî zêde turîstan dişîne Tirkiyê, li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh kir. Li gorî vê lêkolînê Tirkiye ne welatekî ewle ye.

Heta serê sala 2015an Tirkiye yek ji wan rawestgehan bû bo geşt û bêhnvedana turîstan. Ji ber şer û pevçûnên ku li Sûr, Cizîr û Nisêbînê herwiha bi teqîna Enqere, Stenbol û Brûkselê ev rewş guherî. Loma ji Amerîkayê bigirin heta Fransa û Elmanya herî dawîn jî piştî Rûsyayê, Îngîlistanê ku ew jî yek ji wan welatan bû ku herî zêde tûrîst dişandin Tirkiyê, lê bi navbeykariya raportek lêkolînî û lêgerînî welatiyên xwe hişyar kir da ku kêmtir biçin Tirkiyê.

Pirsa ku di raportê de hatiye bi kar anîn wiha ye: “Bo bêhnvedanê çûyîna Tirkiyê bi ewle ye an na?” Di encama vê pirsê de baweriya welatiyên Îngilîz bi Tirkiyê nehatiye. Loma rêjeya kesên ku xwestine werin Tirkiyê ya beramberî sala par ku ji 10 zêdetir bûbû, îsal li gorî kompanyeya tûrîzmê TUÎyê ji sedî 40 kêmtir bûye.

Mamosteyê Zanîgeha ODTUyê İşikhan Guler, li ser ewlenebûna Tirkiyê û kêmhatina tûrîstan ya bo Tirkiyê diyar kir ku ew her bi riya xwedîbûna li jiyanê û hevkariyeke civakî dikarin pêşî li vê yekê bigirin.

Güler ji K24ê re got: “Ya rast ne tenê Tirkiye dinya bi xwe jî ne ewle ye. Ne rast e ku tu bêjî Tirkiye bi tenê ne ewle ye an jî ewle ye. Li çar aliyê dinyayê rûdanên bi vî rengî diqewimin ji ber sîstema wê û qeyranên wê. Hem li Londonê hem li Parîsê, hem li Brukselê hem li Stembolê, hem li Pakistan hem jî li Japonyayê rûdanên bi vî rengî diqewimin.”

Li gorî kompanyayên rapirsînê Thomas Cook û GFKê yên Îngilîstanê her çiqas rêjeya rezervasyonan par ji sedî 11 zêdetir bûbe jî, îsal rêjeya wan tûrîstên ku rezervasyonên xwe yên bo bêhvenada havînê betal kiriye ji sedî 32 kêmtir bûye.

Endamê Encûmena CHPê Yildirim Kaya vê yekê bi helwesta hikûmetê ya neyînî ve girê dide û piştî rexneyan, banga îstîfayê li çend wezîran kir û got: “Serkaniya terorê ev hikûmet bi xwe ye. Heta wezîrê dad û navxweyî û şêwirmendê MÎTê dezgeha îstîxbaratê li ser kar bin, ne gelê Tirkiye ne jî Ewropa bawer dike ku Tirkiye welatekî ewle ye. Ez daxwaz ji Dawûdoxlû dikim, wekî Tirkiye welatekî ewle ye, bila bêheres û bêzêrevan here li Enqereyê li Qada Kızılayê bigere, hîngê em dê bawer bikin ku Tirkiye welatekî ewle ye.”

Herwiha Tirkiye ji aliyê aboriya turîzmê ve her ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji lewre gelek keştiyên geştê, geştên xwe yên bo Tirkiyê betal kirin, operatorên geştê yên tûrîstik kapasîteya xwe kêmtir kirin û kompanyeyên mezin yên wekî Mark Warner bi temamî ji Tirkiyê vekişiyan. Bi tenê her sal 2 milyon û nîv tûrîstên Îngilîz dihatin Tirkiyê, îsal ev hejmar ji sedî 40 ket. Bi giştî di sala 2014an de hejmara turîstên ku hatine Tirkiyê 39 milyon bûye îsal ev hejmar wekî 30 milyon hate ragihandin.