Yonanistanê 135 penaber vegerandin Tirkiyê

Biryare hemû penaberên ku bi rêyên ne yasayî giheştine Yonanistanê li gor rêkeftina Yekîtiya Ewropa Tirkiyê vegerin wî welatî.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya rêkeftina Yekîtiya Ewropayê ligel Tirkiyê îro, yekemîn grûpa penaberan ku,  ji 135 kesî pêktê û berî niha bi rêyên neyasayî giheştibûne wî welatî vegerane Tirkiyê.

Li gor Tirkiyê wan kampên nû ji wan penaberên ku, ji Yonanistanê vegerin amade kirine, ji ber ku kampên ku niha li Tirkiyê hene têra wan nake.

Berî niha û di heftiya borî de,  Parlamentoya Yonanistanê deng li ser pirojeyasayekî da bû, tê de daxwaz kirbû, penaberên ku li wî welatî dimînin vegerin Tirkiyê, di parlamentoyê de 169 parlementaran ew piroje erê kirbûn.

Biryare hemû penaberên ku bi rêyên ne yasayî giheştine Yonanistanê li gor rêkeftina Yekîtiya Ewropa Tirkiyê vegerin wî welatî.