PDK-T li Bakur dest bi siyaseteke çalak dike

Li gorî hîn çavkaniyên nêzîkî her du rêxistinan dibe ku di paşerojê de PKD-T û PDK-Bakur bibin yek.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/802b9d9b-94ed-4969-b400-231c33cdc108/kongray%20rojnamawani%20PDK%20turkiya.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) îro, li Diyarbekirê bi kongreyeka rojnamegerî dest bi siyaseta aktîf dike. Ev demeke dirêj e di vê derbarê de xebat têne birêvebirin.

PDK-T ji sala 2014an ve, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayeke fermî siyasetê dike. Li gorî ragihandina rayedarên partiyê, ji ber ku pirsgirêkên li Tirkiyê û Bakur bi rêyên siyasetê bêne çareserkirin dê PDK-T di siyasetê de zêdetir aktîf bibe. Serokê Giştî yê PDK-Tê yê niha Mihemed Emîn Kardaş e.

Ji hêla din ve bi serokatiya Sertaç Bucak Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) jî amadekariyên partiyekê dikirin. Li gorî hîn çavkaniyên nêzîkî her du rêxistinan dibe ku di paşerojê de PKD-T û PDK-Bakur bibin yek.