Hevserokê HDPê yê Colemergê hat girtin

Piştî bûyeran polîsan avêtin ser avahiya HDPê û li wir jî 2 ciwan binçav kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Şaxa Colemergê Metîn Besî û 3 welatî hatin binçav kirin.

Li bajarê Colemergê navçeya Geverê ev 24 roj in qedexeya derketina derva didome û navbera endamên YPS û hêzên ewlekariyê de şer û pevçûnên dijwar rûdidin.

Îro, ji bo şermezarkirina operasyonan li navçeya Geverê Serokatiya HDPê ya Coplemergê xwest ku civînek çapemeniyê lidarbixe. Lê belê polîsan destûr nedan welatiyan û kombûna wan bi gazên rondikrêj û ava şid asteng kir. Di encamê de Hevserokê HDPê yê Şaxê Colemergê Metîn Besî û welatiyek hatin binçavkirin.

Piştî bûyeran polîsan avêtin ser avahiya HDPê û li wir jî 2 ciwan binçav kirin.