Şanda rejîma Sûriyê piştî hilbijartinan diçe Cenêvê

Biryare 11ê vê mehê gera siyemîn a civînên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê di navbera aliyên kirîzê de destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad ragehand ku, şanda wan ya danûstandinên Cenêv3 dê piştî hilbijartinên Parlamentoyê beşdariyê di gera sîyem a civînên Cenêvê de bike.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad di hevpeyvînekî xwe de ligel kenala El-Meyadîn ya biser hizbûlaha Libnanî wiha got:"Şande me di 14ê vê mehê de piştî hilbijartinên Parlamentoyê tevlî civînên gera siyem a danûstandinan bibin."

Miqdad tekez kir ku, şanda wan dê bi serokatiya Beşar El-Caferî be.

Biryare 11ê vê mehê gera siyemîn a civînên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê di navbera aliyên kirîzê de destpê bike.