Di perwerdeya Rojava de du rêbazên cuda

Li Rojavayê Kurdistanê 90 hezar zarok fêrî zimanê Kurdî dibin, heta niha jî pêşeroja wan ne diyare.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aeccedd6-e7ae-40d1-b1d1-79ba1033afe2/dibistan%20-rojava.ism/manifest

 

K24-Qamişlo

Zarokên Rojavayê kurdistanê di navbera du rêbazên cuda yê xwendinê de mane, tirsa wan jî liser pêşeroja wan heye gelo berê xwe bidin çi dibistanan daku xwendina xwe berdam bikin? mamostayên wan jî tekez dikin ku, zarok li malên xwe herwiha li  û dibistanan jî hemû tiştî bi Kurdî dixwînin û dibînin dikin, ji ber vê yekê zû fêrdibin .

Derbarê vê mijarê Mamosteya ku bi navê  Şêrîn Şêxo wiha ji K24ê re got:"Di destpêkê dema me digot, erê me bi zimanê Kurdî di axivî , lê dema em derbasî perwerdê bûn tîp û navên giran ji mere dihatin , lê ji ber ku, ev çar sale em dixwînin êdî sanahî bûye, zarok her tişt li dora wan bi Kurdî ye."

Zehmetiya zarokên her sê qûnaxên seretayî di fêrkirina zimanê Kurdî ewe ku, di salên borî de  tenê fêrî zimanê Erebî bûbûn di dibistanên rejîma Sûriyê de, neha jî yekeser hatine veguheztin bo zimanê Kurdî.

Şagirtek bi navê ciwana wiha ji K24ê re axif û got:"Di destpêkê de min zehmetî dîtin, lê piştre ez kêfxweşbûm bi zimanê xwe, ev zimanê dê û bavê mine."

Cîgira Serokê Desteya Perwerdê liser pêşeroja van zarokan ku, di dibistanên Rêvebirya Xweser de dixwînin, herweha yên di dibistanên rêjîmê de jî dixweînin dibêje, ku, ti metirsî liser pêşeroja wan nîne,  ji ber ku pilanên mestir di pêşerojê de kar ser tê kirin.

Derbarê vê babetê

Cîgira Serokê Desteya Perwerdê di Rêveberiya Xweser de Semîra Hac Elî ji K24ê re wiha got:"Ji bo pêşkeftina xwendevanan amadekarî tên kirin, em mamoste amade dikin, daku zarokan di asta herî bilind de perwerdebibkin."

Li Rojavayê Kurdistanê 90 hezar zarok fêrî zimanê Kurdî dibin, heta niha jî pêşeroja wan ne diyare.