Rûsya: Divê Kurd li Cenêv3 werin vexwendin

Biryare 11ê vê mehê de gera siyem ya danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê destpê bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zagarov ragehand ku, ewê berdewam kar li ser tevlîbûna Kurdan li Cenêvê de bikin, diyarkir ku, divê Kurd werin vexwendin bo civînên Cenêv3.

Derbarê vê mijarê de Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zagarov di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku, ew dê li ser beşdarbûna wan di kongreya Cenêv3 de karbikin, da zanîn ku, pêwîste Neteweyên Yekbûyî wan bo danûstandinên Cenêvê vexwîne.

Zagarov aşkere kir ku, çareseriya kirîza Sûriyê pêwîste li gor daxwaza gelê wê be.

Biryare 11ê vê mehê de gera siyem ya danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê destpê bikin.