Li Kilisê du rûkêt ketin: 2 welatî birîndar bûn

Di Adara borî de jî, di encama ketina rûkêtekî ji aliyê DAIŞê li ser bajarê Kilisê zarokekî canê xwe ji dest da.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Kilisê yê Bakurê Kurdistanê, di encama ketina du rûkêtan 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyê Peymnêrê K24ê re îro, du rûkêt ji aliyê Sûriyê ve dihatin û li taxa Yavuz Sultan Selîm û li texma Parka Îslambeyê ya bajarê Kilisê ketin di encam de 2 kes birîndarbûn û heta niha nehatiye zanîn ku, ew rûkêt ji aliyê kî ve hatine avêtin.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa Docan a Tirkiyê di daxuyaniyekê de, ketina wan her du rêkêtan tekez kir, da zanîn ku, berî niha jî bajarê Kilisê bi sedema hebûna wê li ser sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de rastî gelek êrîşan bûye.

Di Adara borî de jî, di encama ketina rûkêtekî ji aliyê DAIŞê li ser bajarê Kilisê zarokekî canê xwe ji dest da.