Ensarioglu: Li navçeya Sûrê plansaziya Şaredariye tê sazkirin
K24 – Diyarbekir
Partiya Edalet û Geşepêdanê AKPê, bi serok û rêvebirên navçeyên Diyarbekirê re civînekî lidarxist. Di axaftinên li Civînê de hat ragihandin ku, rewşeke taybet û balkêş li Tirkiyeyê û heremê pêk tê. Bang li endam û rêvebirên teşkîlatên AKPê hat kirin ku, ji bo aştî, biratî û jinûve saz kirinê hewl û xebatên xwe zêdetir bikin.
Di Civînê de, parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglû jî di axaftina xwe de, bersîva rexneyên plana îstimlakirina Sûr a Navçeya Diyarbekirê da û ragihand, ku dê li navçeyê plansaziya ku di sala 2012-an de ji aliyê meclîsa şaredariya mezin ya Diyarbekirê ve hatiye amade kirin bikeve meriyetê.
Ensarîoglû bal kişand ku, di serdema seferên Moxolande jî xirabî û herifandinên bi vî rengî di dîrokê de pêknehatine û diyar kir ku divê ji bo xizmetguzarî û pêkvejiyana civakê hewldanên çalak bên dayîn.