Çêrokên penabertiyê di şanoyeke Almanî de

ji bo bîranînên li welat û êşa penaberan, du hunermendên Rojavayê Kurdistanê beşdarî şanoyeke Almanî bûn û tê de bi Kurdî stran gotin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/26a473d6-e6a7-4f30-a386-3717e9b8a549/shano.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

ji bo bîranînên li welat û êşa penaberan, du hunermendên  Rojavayê Kurdistanê beşdarî şanoyeke Almanî bûn û tê de bi Kurdî stran gotin.

Ednan Horo digel Hevjîna xwe Hêvî Yosif, du hunermendên Kurd ku ji bajarê Efrînê ne, piştî penaberî Almanyayê dibin, li wir ji nû ve dest bi karê xwe yê hunerî dikin, lê vê carê bi rengekî cudewaz ku dixwezin êşa miletê xwe li wî welatî bidin xuyakirin.

Ednan Horo û Hêvî Yosif ku bi navê Mîtra tê naskirin dibêjin, piştî ew ji bajarê Efrînî yê Rojavayê Kurdistanê penabrî Almanyayê bûn, wan xwest bi riya karê xwe yê hunerî di şanoyeke Almanî de êş û azarên penaberan û şerê terorê li hemberî kurd ji kesên Almanî re bidin xuyakirin, ev yek jî bi alîkariya grûpeke şanogir  û hunermenên Almanî re birêve çû.

Mîtra ji K24ê re li ser beşdariya wan di wê şanoyê de axivî û got: “Ev şanoya ku em tê de beşdar bûne, şanoyeke li penabertiyê ye. Ez jî di wê şanoyê de, du stranan bi Kurdî li ser êşa miletê me, penaberiyê, windakirina evînê û bîranînên ku me li şûna xwe hêştiye,  dibêjim.”