Amerîka welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar dike

Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê, welatiyên xwe bo bajarên Antalya û Stenbolê heşyar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê, welatiyên xwe bo bajarên Antalya û Stenbolê heşyar kirin.

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê John Bass, bo welatiyên Amerîkî ku li Tirkiyê ne, ji malpera Twitterê "heşyarîyek" belav kir.

Di heşyariyê de, ji welatiyên Amerîkayê tê xwestin ku li meydan û benderên Stenbol û Antalyayê xwe dûr bigrin û her wiha zanyariyên girîng girtine ku êrişên terorî li herêmên geştiyarî rû bidin.

Bang li welatiyan tê kirin ku, bo ewlekariya xwe baldar bin û medyaya herêmî bişopînin.