Es'ed Zuibî: Pêwîst e Kurd di Cenêvê de beşdar bin

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de radigihîne, Kurd beşeke girîng e di pêşeroja Sûriyê de û pêwîst e di Cenêvê de beşdar bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de radigihîne, Kurd beşeke girîng e di pêşeroja Sûriyê de û pêwîst e di Cenêvê de beşdar bin.

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de Es'ed Zuibî di hevpeyvînekê digel ajansa “Rueters” ragihand ku, pêwîst e Kurd di danûstandinên Cenêvê de di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de beşdar be.

Biryar e, gera nû ya danûstandinên Cenêvê di 13 Nîsanê de dest pê bike, tê çaverêkirin ku hejmarek ji endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tê de beşdar bin, lê nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bo wan civînan nehatiye vexwandin.

Berî nêzîkî salekê, Zuibî di hevdîtinekê di radyoke Erebî de, bi tundî rexne li Kurdan kir û bi sivikî gotibû ku rêjeya Kurdên Sûriyê ji sedî yek in û gotinên ne baş li ser Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha Zuibî gotibû, di serdema Serokê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurdan daxwaza belgeyekê dikirin ku wek “Mirov” bêne jimartin, lê niha li ser xwîna gelê Sûriyê dixwazin dewletekê ava bikin, bo bibin mirov.

ENKSê daxwaz ji Desteya Bilind ya Danûstandinê kiribû, ku Serokê şanda opozîsyonê ya danûstandinên Cenêvê Es'ed Zuibî ji posta xwe bê dûrxistin.