Heştemîn fîstevala Roja Rawendozê birêve çû

Di navê (Xweragirî, Yekbûn û Serxwebûn) heştemîn fîstevala Roja Rawendozê bi beşdariya hejmarek ji endamên Encûmena Nûnerên Iraq û parlementer û wezîrên Herêma Kurdistanê û nûner û qunsulên welatên biyan birêve çû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/abf6f2fd-50ca-4513-9509-4eacb73999d4/roji%20rwandz.ism/manifest

K24 – Rawendoz

Di navê (Xweragirî, Yekbûn û Serxwebûn) heştemîn fîstevala Roja Rawendozê bi beşdariya hejmarek ji endamên Encûmena Nûnerên Iraq û parlementer û wezîrên Herêma Kurdistanê û nûner û qunsulên welatên biyan birêve çû.

Di heştemîn fîstevala Roja Rawendozê, hejmarek ji serok û nûnerên şarederiyên Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşdar bûbûn.

Roja 10 Nîsanê wek Roja Rawendozê hatiye diyarkirin, dîroka wê vedigere sala 1645 Z, ku li ser destê Mîroxiz bapîrê Mîr Mihemed Paşa yê gewre ku Rawendoz wek Paytexta Mîrnişîna Soran nîşan da.