Seyafê DAIŞê hate kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de li ser bajarê Reqayê serkirdeyê DAIŞê Fewaz El-Elî ku, binavê "Seyaf DAIŞ" dihat naskirin hate kuştin.
Seyafê DAIŞ li gor malpera "Reqa tuzbeh bisemit" ji destpêka kontirolkirina DAIŞê ji wî bajarî re bi sedan kes kuştine, herwiha weke dadwerekî şarî dadgeha şarî ya bajarê El-Mensûra li Parêzgeha Reqayê bi rêve dibir.
Duh, di operasyoneka firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li bajarê Reqayê ew serkirdeyê DAIŞê li gor Skynews hate kuştin.
Serkirdeyê DAIŞê Fewaz El- Elî yê bi navê Seyafê DAIŞê di girtîgeha Sêdnaya Şamê de bû, ji aliyê rejîma wî welatî ve piştî destpêkirina şoreşê hatibû berdan.