PYD: Bi bihaneya piştevaniya rejîmê em ji Cenêv3 têne dûrxistin

Biryare di 13ê vê mehê de gera duyemîn a civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê de destpê bike.

K24-Qamişlo

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ragehand ku, bi bihaneya piştevaniya rejîma Sûriyê, hin hêzên herêmî û navdewletî dijberiya beşdariya PYDê di kongreya Cenêvê de dikin.

Derbarê beşdariya PYDê di danûstandinên civînên Cenêvê de Şêwermendê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Sîhanok Dîbo ji K24ê re wiha got:" Divê em bi şandeke serbixwe tevlî civînên Cenêv3 bibe, Amerîka ev yek ji me re piştrast kirye"

Dibo da zanîn ku, helwesta wan ji rejîma Sûriyê diyare, lê bi bihaneya piştevaniya rejîma Sûriyê hin hêzên herêmî û navdewletî dijberiya beşdariya PYDê di kongreya Cenêvê de dikin.

Biryare di 13ê vê mehê de gera duyemîn a civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê de destpê bike.