Bandora Teqîn, şerûpevçûn li ser siyaseta Tirkiyê

Bi nerîna rojnamevanan, Serokkamarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo serokatiya xwe bi destê hikûmeta AKPê polîtîkayên şer û aloziyê seranserê Tirkiyê dide meşandin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a7bf8d5b-f2d7-4d07-b7f6-b8af469d1516/BandoraSerUTeqinanLiSerPolitikayenTirkiye.ism/manifest

K24-Enqrê

Li Tirkiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn her berdewam in, li metropolên Tirkiyê jî tirs û xofa teqînên mezin hene.Gelo ev bûyerên ber bi çav, li ser polîtîkayên hikûmetê bandorek çawa dike rewşa aloz a Tirkiyê ber bi ku ve dibe?

Rojnamevan û nivîskarên ku, li ser vê mijarê xebatên xwe dikin dibêjin, şerê niha ku, li Bakurê Kurdistanê tê meşandin baweriya gel ya ji bo dewletê ji holê rakiriye û êdî dewleta Tirkiyê polîtîkayên xwe yên birêvebirinê bi zehmetî li wan bajaran dide meşandin.Ji aliyê din ve jî teqînên ku, li metropolên Tirkiyê rû didin nerazîbûna gel ya li dij awayê birêvebirinê ya hihûmetê ber biçavtir dibe.Heman pirsgirêk xwe di nava polîtîkayên Tirkiyê yên navneteweyî de jî dide der.

Rojnamevan Îrfan Aktan dibêje ku, dewleta Tirkiyê bi her awayî xwe dixapîne. Nepolîtîkayên navxweyî ne jî politikayên navneteweyî yên dewleta Tirkiyêne serkeftî ne, ji K24ê re axiftina xwe domkir: "Dinya, yanî Evrûpa,Emerîka û  Rûsya çi îtîraza wan nîne ji bo şerê nav Tirkiyê. Ew dibêjin ev mijara ya Tirkiyê bi xwe ye û ya navxweyî ye, xwe têkîlî vê meseleyê nakin. Ji ber wê çandê jî ev şer û pevçûn çi bandorê li ser polîtikayên navxweyî û navneteweyî nake. Ji ber wê hindê jî ne kurd dikarin bi vî şerî tiştekî bi dest bixin ne jî Tirk."

Rojnamevan Erk Acarer jî amaje bi wê yekê dike ku ji ber polîkayên hikûmeta AK Partiyê hem li nava welêt, gel li hev nake û hêdê hêdî jî hem ji hev cuda bûnpêk tê û hem jî welatên cîran têkîliyên xwe yên li gel Tirkiyê qut dikin.Derbarê vê yekê wiha ji K24ê re got:

"Li Rojhilat û Rojavayê Tirkiyê wekî tê dizanin hem narincok diteqin hem jî şer û pevçûn bi awakî gur her berdewam in. Dema mirov li kirinên hikûmeta AKPêtemaşê dike ji bo paşerojê jî rewş diyar dibe. Bi rastî ez gelek bê hêvî me ku ji bervan politikayên niha ku têne meşandin li Tirkiyê aramiyek pêk were."

Bi nerîna rojnamevanan, Serokkamarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo serokatiya xwe bi destê hikûmeta AKPê polîtîkayên şer û aloziyê seranserê Tirkiyê dide meşandin. Ev jî dibe sedema ji hev qetîna gelan û pêşî lijiyanek aştî astengiyek mezin derdixe.