Fransa hêza Pêşmerge pirçek dike

Piştî ku şeva borî Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean- Yves Odrian ji Bexday gehişte Hewlêrê, îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî civiya. Odrian radigihîne çekên Fransî bi hêza Pêşmerge bişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku şeva borî Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean- Yves Odrian ji Bexday gehişte Hewlêrê, îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî civiya. Odrian radigihîne çekên Fransî bi hêza Pêşmerge bişîne.  

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osmanê derbarê serdana ji K24ê re ragihand, ku serdana Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng bû, ku Odrian soz da Barzanî di meha Hizêranê de çekên Fransî bi hêza Pêşmerge de.

Osmanê diyar kir, ku di civînê de şerê DAIŞê, alîkariya hêza Pêşmerge û rizgarkirina Mûsilê hate gotûbêj kirin û  Odrian Aşkere kir ku  Parîsê daxwaza beşdarî di proseya rizgarkirina Mûsilê aşkere bike.

Pêşmerge ku yekem car karî DAIŞê bişkîne, berpirsekî payebilind yê Wezareta Pêşmerge dibêje, ku ji bilî çekan daxwaza hêza Pêşmerge bi pêwîstîne din jî heye.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî jî spasiya gel û Serokê Fransa kir bo alîkariya gelê Kurd û pêşmergeyan û spasiya tîmên frensî yên hêza Pêşmerge perwede dikin, kir.