Yekêt ya Ewrûpayê siza li ser Îranê nûvekiirn.

Yekêt ya Ewrûpayê dûhî siza nû vekiirn li ser 180 hevwelat yên Îranê, bi eger a pêşêlkirin a maf ên mirov daku fişar ê bixin ser Tehranê naçar bikin pabend bibe bi biryar û erk ên xwe yên nêvdesletî.

K24- Hewlêr:

Yekêt ya Ewrûpayê dûhî siza nû vekiirn li ser 180 hevwelat yên Îranê, bi eger a pêşêlkirin a maf ên mirov daku fişar ê bixin ser Tehranê naçar bikin pabend bibe bi biryar û erk ên xwe yên nêvdesletî.

Di daxuyanname ya yekêtî ya Ewrûpayê de hatîye, Civat ê biryar da ku dem a  siza yê ser Îranê zêde bike heya 13/Nîsan/2017 ku hatîne sepandin li ser 82 kestatîyan bi eger a maf ê mirov li Îranê.

Nûvekirin a evan sizayan li ser Îranê di demekê de ye li çend roj ên dahatî, li 16yê evê mehê şandek a komsyûn ênEwrûpayî bi serokatî ya wezîr a derve ya Yekêtî ya Ewrûpayê, Fîdrîka Mogîrînî dê serdan a Îranê bikin bi armanc a danan a şengiste yên harîkarîyê di navber a Yekêtî ya Ewrûpa Îranê piştî rakirin a zizayan li gor wê rêkkevtin a navokî ya dîrokî ewa li temûz a bûrî hatî wajûkirin.