Biro: Di qonaxa veguhêz de ti rola parlementoyê namîne

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, gava qonaxa veguhêz dest pê bike, ev parlemento dê ti rola wê tune be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, gava qonaxa veguhêz dest pê bike, ev parlemento dê ti rola wê tune be.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derbarê hilbijartinên Parlementoya Sûriyê de ji K24ê re ragihand, ku niha nîvê gelê Sûriyê ne li Sûriyê ye û nîvê xaka wê jî ne di destê rêjîmê de ye û danûstandinên Cenêv3 lidar in, rêjîma Sûriyê hilbijartinan careke din wan şanoyekê pêk tîne.

Piştî destpêkirina hilbijartinan, Amerîka û Ewropa hilbijartinên Sûriyê bi ne rewa binav kirin, Biro jî di wê derbarê de got: “Amerîka û welatên din tiştekî nakin. Ji ber ku heger guvaşek rastî li ser rêjîmê neye kirin, dê her tiştî li gor xwe bike. Îro danûstandinên Cenêvê dest pê kirin, lê rêjîm ji aliyê xwe de 2 roj bipaş xist û şanda xwe neşand.”

Derbarê danîna sindoqan li hin deverên Rojavayê Kurdistanê de Biro diyar kir ku, desthilatek hebûna xwe li Kurdistana Sûriyê dibîne û desthilatê ragihandibû ku nahêle rêjîm derbas bibe. Biro amaje bi wê yekê kir jî, ku hîn destgehên rêjîmê yên îstixbaratiyê li bajarê Kurdistana Sûriyê karên xwe dike.

Biro amaje kir, şanda opozîsyonê dê îro li Cevêvê ligel Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura re bicive, De Mistura jî di rapora xwe de diyar kiriye, ku rêjîmê gelek tişt bicih nekiriye, wek derbaskirina alîkariyê mirovî bo deverên dorpêçkirî û girtî ji zîndanan azad nekirine. Bi van hilbijartinan rêjîm astengiyan li pêş danûstandinan çê dike.

Biro diyar kir jî ku, behsa hilbijartinan li Cenêvê naye kirin, ji ber ku gava qonaxa veguhêz dest pê bike, ev parlemento dê ti rola wê tune be, herwiha destûr û danîna desteya hikumraniyê dê di riya Cenêv3 de bêne guhartin.