Firotana 100 navnîşanên pirtûkan li Hewlêrê hatin qedexekirin

Yazdemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê firotana nêzîkî 100 navnîşanên pirtûkan hatin qedexekirin, Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew hemû pirtûk kom kirine, ji ber ku dibin nexweşî di civakê de.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cd447b8f-5752-4127-80f7-8f8497d38f6b/ktebi%20qdaxakraw.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Yazdemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê firotana nêzîkî 100 navnîşanên pirtûkan hatin qedexekirin, Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew hemû pirtûk kom kirine, ji ber ku dibin nexweşî di civakê de.”

Li Yazdemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dora 700 hezar pirtûk ji aliyên 205 çapxane û weşanxaneyên Navxweyî û navdewletî tê numayişkirin.

Beşek ji nava wan pirtûkan ji aliyê Komîteya Taybet di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan hatin desteserkirin. Birîkarê wezaretê jî dibêje: “Derbasbûna her pirtûkekê ji Herêma Kurdistanê re, nabe ramana tundreiyê hilgire. Heta Niha nizîka 100 navnîşan yê pirtîkan ji firotanê re qedexe ye.”

Nivîskarek jî dibêje, ew li piraniya koşkên pêşangehê geriya ye, di çend koşkan de pirtûkên seyr hene, ku bi hêsanî bîra tundrewiyê di sere xortan de diçîne û civakê berve serhildêriyê dibe.   

Di Yazdemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, li her koşe û dîwarekî tabloyek hatiye danan, ku ser hatine nivîsandin “Vir cihê pêkvejiyanê ye, bi çek sere terorê dikin, rê nadin ramana tundrwiyê li welatê me bibe bela.”