Salih Mislim: Em ji fedraliya navegerin

Duh, civînên gera Duyem a danûstandinên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kir, biryare sibe şanda rejîma Sûriyê jî bigehe Cenêvê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand ku, ew ji biryara ragehandina fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê navegerin.Tekez kir ku, bo civînên gera siyem a kongreya Cenêvê nehatine vexwendin.

Derbarê vê mijarê vê mijarê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim daxuyaniyek bo kenala BBC belav kir, têde wiha got: "Fedralî nehatiye ragehandin daku, gotûbêj li ser werin kirin, yan jî biryara wê bêne vegerandin."

Derbarê vexwendina wan bo gera siyem ya Danûstandinên Cenêv3 Milim tekez kir ku, ew bo wan civînan nehatine vexwendin.

Li gor zanyariyê BBC Serokê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Sûriyê Hesen Ebdulezîm bo wan civînan hatiye vexwendin. Ev yeke dibe yekemîn car Hesen Hebdulezîm weke nûnrê opozîsyona hundir bo Cenêv3 tê vexwendin.

Duh, civînên gera Duyem a danûstandinên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kir, biryare sibe şanda rejîma Sûriyê jî bigehe Cenêvê.