Dêrik: Yekemîn pirtûkxaneye hat vekirin

Tevî karîn û derfetên kêm, yekemîn pirtûkxane li bajarê Dêrikê hate vekirin, tê de pirtûkên curbecur dihewîne ku yê xwendevan çi mijarê bixwaze tê de dibîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/649e59e9-8abf-48a0-9cae-cf0afe91cc52/Pirtukxane.ism/manifest

K24 – Dêrik

Tevî karîn û derfetên kêm, yekemîn pirtûkxane li bajarê Dêrikê hate vekirin, tê de pirtûkên curbecur dihewîne ku yê xwendevan çi mijarê bixwaze tê de dibîne.

Azad rojane pirtûkxaneya xwe li bajarê Dêrikê vedike û dest bi karê firotina pirtûkan dike, hêviyên wî jî netenê avakirina yekemîn pirtûkxane ye li bajarê xwe, lê belê belavkirin û zêdebûna çand û xwendinê di nav xelkê de ye.

Tevî karînên kêm lê xwendevan dikare cureya bixwaze ji pirtûkan di pirtûkxaneya Azad de dibîne, dîrok, roman, lîkolîn, çîrok, helbest, ziman û bilî wan.

Zehmetî û birîna riyên di navbera Dêrik û parêzgehên mezin mîna Heleb û Şamê de jî, nebin sedema ku Azad karê xwe rawestîne, lê belê hêviyên wî bi avakirina weşanxaneyeke taybet mezintir dibin.

Her xewnek bi ramanekê bi cî tê, xewna Azad jî bi vekirina pirtûkxaneyekê dest pêkir, û tenê girêdana bi hêviyan xewna wî dê roj bi roj bi xwendina pirtûkan re were cîbecîkirin.