li ser jiyana Orhan Keskîn pirtûkek

Di çalakiyê de amaje bi wê yeke hate kirin ku, ew şer û pevçûnên niha li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin bên rawestandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3924de3d-2619-47d5-8fb4-e1b39afe8a23/PirtukaNiviskarekurd%20JiMin%20Re%20HespekiSipiBinin.ism/manifest

K24-Enqerê

12 Îlona 1980 an  li Tirkiyê derbeya leşkerî pêkhatibû. Gelek ciwanên kurd û ciwanên çepgir hatibûn girtin. Yek ji wan  OrhanKeskîn  e ku, him ji bo çepaTirk him jî ji bo tevgera kurd xwedî cihekî girîng bû.

Nîvîskarê kurd  Azad Sagniç jî li ser jiyan û têkoşîna wî pirtûkek nivîsand û danasîna wê li Enqereyê hate kirin .

Li Enqereya paytextê Tirkiyê bi peşengiya Komeleya 78an pirtûka ku, ji destênivîskare kurd Azad Sagniç hatiye amade kirin, pirtûka binavê "Ji Min Re Hespekî Sipî Bînin"  ku, tê de têkoşîn û berxwedana girtîgeha Diyarbekirê, têkiliyên çepaTirk û tevgera kurd ya salên 1975 û 1980an de hatiya nivisandin bi beşdariya nivîskar,siyasetmedar û rêhevalên Orhan Keskîn hate danasîn.

Pirtûk taybetî li ser jiyana Orhan Keskîn hatiye çapkirin ku, li girtîgeha Diyarbekirê birê hevalên xwe yên kurd re ketibû rojiya mirinê ya sala 1984an û tê de canê xwe ji dast daye hatiye çapkirin.

Nivîskarê pirtûkê  Azad Sagniç dibêje ku, armanca Orhan Keskîn ewbû ku, hêza tirk û kurdan bîne ba hev lê mixabin ew hêjpêk nehatiye û rola her du hêzan îro guheriye.

Derbarê vê mijarê NivîskarêPirtûkê Azad Sagniç wiha ji K24ê re got:"Didema Orhan Keskîn de çepa tirk, çepa kurd em çepa kurd bi wan re bûn.Îro ew bi me re ne. Wê çaxê em bi wan re bûn li Sitenbolê,li Enqerê li Îzmîrê de. Îro li Diyarbekirê de li Colemêrgê de li Tatvanê de  Bilîsê de ew bi me re ne.Îro rist û erk guheriye.Çimkî dema me bi Orhan wan re çepgirî di kir hêz û qawet destê wan de bû.

Hûseyîn Esen turkê Rêveberê Komeleya 78an yê ku hevalê  Orhan Keskîn e balê dikşîne ser têkiliyên her du aliyan yên niha û ji K24ê re wiha axifî:

"Orhan Keskîn sembola hevkariya tevgerên Tirk û Kurd bû dema ku, me têkoşîna Orhan baş fêm kiriba dê têkoşîna me ya îro xurttir bibiya. Îro hevkariya ku, me wan salên berê de dabûn nîşandan mixabin niha xwe nade diyar kirin. Pêwîste ku em rihê hevkariyê carek din bidin jiyandin."

Di çalakiyê de amaje bi wê yeke hate kirin ku, ew  şer û pevçûnên niha li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin bên rawestandin û  ji bo jiyanek aştiyanê bal kişandin ser girîngiya hevkariya çepa tirk û tevgera kurd.