Sûlava Mûradiyê ya bajarê Wanê wêneyên ciwan li pey xwe anîn

K24-Navenda Nûçeyan
Sûlava Mûradiyê ku li navçeya Mûradiye ya Wanêye, vê carê bi ava xwe ya zêde balê dikşîne.
Bi hatina beharê û helyana berfê re li çem û robaran lehî rabûn û dîmenên xweş li Sûlava Mûradiyeyê derketin meydanê
Li bakurê Kurdistanê, navçeya Mûradiye ya Wanê, yek ji cihê seyran û geştiyariyê Sûlava Wanê ye. Bi zivistanê re qeşa girtina wê dîmenên xweşik pêşkêş dike. Havînan jî bi koça masiyan û nêçîra qulîngan balê dikşîne.
Bi hatina biharê re jî zêdebûna avê û ji 20 metreyan bilindahiyê ketin wê bala geştiyaran dikêşe. Geştiyar li dora sûlavê û li ser pira ku, hewayê hatiye çêkirin wêneyên bîranînê dikêşin.