Xesro Goran: Nabe pirose ya sîyasî li Îraqê bi vî awayî berdewam be
K24- Bexda:
Serok ê firksyûn a Parîtî ya Dîmukrat a Kurdistan(PDK)yê di Perleman a Îraqê de ragehand: Nabe pirose ya sîyasî ya Îraqê bi vî awayî berwam bibe, amaje bow ê yekê jî kir ku yek rêzî di nav perleman a Îraqê de wek firaksyûn ên Kurdisatnê bo wan giringe.
Di kongireyek a rojanamevanî de, li ser arîşe yên çend roj ên bûrî di Civat a Nwêneran û pirose ya sîyasî ya Îraqê, Xesro Goran serok ê firaksyûn a PDKyê di perleman a Îraqê de, ragehand: Nabe pirose ya sîyasî li Îraqê bi vî awayî bi rêve biçe ku komek a gefan li ser e û em di şerr deyîne li dijî tîrorê. Bo Evê qonaxê,yekrêzî firaksyûnan di perlemanê de bo wan girne, lew me hemûyan hewl daye daku evê yek rêzîye hebe û bi awayek hevgirtî em hemû alî bi herîn di perlemanê de.
Got jî: her guhertinek ku di perlemanê de bihê kirin divê bi hevgirtîyî û bi yekrêzî bihê encamdan, neku bi awa yên dûr ji yasayê û destûr ê Îraqê ku em hemû li ser wê tebane. Bo pirs açaksazîyê jî em hemû li gel çaksazîyê ne, daku Îraq ber bo kawdanek a baştir bi here.
Ev di demekê deye, ku li 12/ Nîsanê, hijmarek a nwêneran wek nerazî derbirîn, li beranber pêkhate ya kabîne ya hikumetê û pêngav ên çaksazîyê di nav Civat a Nwêneran de man girtin. Di helwêst a xwe ya dawîn jî de daxwazkirin wek pêngav a yekê serok ê perlemanê desvekişîne ji kar û desteyek a nû ya serokatî yê bihê hilbijartin.