Hêvîya Malbatên şehîdên bakur li Kurdistanê serxwebûn e

Wezreta Şehîdan û Karûbarên Enfalkiriyan jî ev demek e kar dike ku, navên wan kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê li lîsteya şehîdên wezaretê were zêdekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6b443b0b-0a80-45c5-a9ed-b9c233bde3ab/Sehiden%20Ankawa.ism/manifest

K24-Amed

Her du xortên ji bakurê Kurdistanê yên bi navê Sadettîn Şen û Bilind Onen ku, sala par li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di erîşeka bombeyî ya DAÎŞê de şehîd bûbûn,  bi rewresmekê hatin bibîranîn. Xizm û dostên şehîdên bakur didin zanîn ku, yek hêvî û daxwaza wan heye. Ew jî serxwebûna Kurdistanê ye.

Di 17ê Nisanê ya sala 2015an de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê nêzikê Konsolxaneya Amerîkayê DAÎŞ êrîşek bombeyî pêk anîbû û di encamê dê du xortên ji bakurê Kurdistanê yên bi navê Bilind Onen Sadettîn şen şehîd bûbûn. Di yekemîn salvegere şehîdbûna wan de li Parka Samî Abdurahman rewresmek birêveçû. Di rewresmê de ji wezareta şehîdan heta siyasî û rewşenbîran gelek kes amade bûn. Ser navê malbata her du şehîdan Baxtiyar Onen diyar kir ku, bersiva herî baş li hemberî dagirkeran ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye.

Yek ji wan amedekarên rewresmê Îrfan Bahadîn jî di heman çarçoveyê de axifî da zanîn ku, herçiqas ew bi şehîdbûnan xemgîn bibin jî hêvîdar in. Ji ber ko kurd dê di demeka nêzik de bigihijin armancên xwe.

Şewirmenda Wezreta Şehîdan û Kar û Barên Enfalkiriyan Lence Dizayî ragihand ku, ew hewl didin navê Sadettîn Şen û Bilind Onen nav lîsteya şehîdên Kurdistanê zêde bikin.

Sadettîn Şen û Bilind Onen şehîdên sivîl in. Gelek kesên ji perçeyên din ên Kurdistanê jî henin ku, di tekoşîna li dijî DAÎŞê de wekî xwebexş şer dikin û şehîd dibin.

Wezreta Şehîdan û Kar û Barên Enfalkiriyan jî ev demek e kar dike ku, navên wan kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê li lîsteya şehîdên wezaretê were zêdekirin.