Li Tirkiyê çalakiya "Ji bo Aştiyê Her kes" pêkhat
K24-Enqerê
Li bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn û qedexeya derketina kolanan hêj berdewam dike.Ji ber ku, ev şer û pevçûn bi dawî bibin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarênTirkiyê çalakiyên cûr bicûr tên li darxistin. Yek ji wan çalakiyan jî li Enqerê pêk hat.
Li Enqerê paytexta Tirkiyê ji bo şerê li Bakurê Kurdistane bê rawestandin di bin banê 34 saziyên civakî de çalakiyeke bi navê "Ji bo Aştiyê Her kes" hate li darxistin. Akademisyen,Dayikên Aştiyê, rojnamevan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de bi taybatî hemû axifgeran li ser polîtîkayên şer yên ku, li seranserê Bakurê Kurdistanê tên meşandin û li ser rêyên bi dawîanîna şerê ku, berdewam e rawestiyan.
Rêveberê Însiyatîfa "Ji Bo Hemû Kesî Aştî" Sedat Yagcioglu diyar kir ku, li Bakurê Kurdistanê bi destê dewletê bi her awayî ruxandineke mezin pêktê û hêj jî ev yek berdewam dike, Yagcioglu ji K24ê re wiha got:
"Li wan deverên ku, qedexeya derketina derve lê berdewam dike, em dizanin ku, hêj şer û kuştin didiome. Lê em dizanin ku, her bi çi awayî be jî emê vê aştiyê pêk bînin.Tiştê ku, em niha dikarin bikin ewe ku, em bihev re têbikoşin û hemû neyîniyên şer ji her kesî re ragihînin.
Bi boçûna Nûnerê Însiyatîfa "Ala Sipî" Mehmet Siddik Akinjî her li kîderê be jî şer, her tiştên xweş yên bi jiyanê re têkîldar ji dest dibe û azadiya li ber jiyanê têk dibe.
Derbarê vê mijarê NûnerêÎnsiyatîfa "Ala Sipî Mehmet SiddikAkin ji K24ê re wiha axifî:"Em naxwazin şerê ku, îro li Kurdistanê tê meşandin veguhêze şerê gelan. Hêviya me ew e ku, ev şer bidawî bibe û cihê xwe ji aştiyeke mayînde re bi hêlê ku, di nava xwe de mafê her gelekî, olekî û her beweriyekê di hewîne."
Di çalakiyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku, ew şerê niha li bakur berdewam dike zirarê dide têkîliya bihev re jiyana gelan û herwiha ji her du aliyan hate xwestin ku, didemek zû de çekên xwe bê deng bikin.Çalakî bi guhdarkirina stranên li ser aştiyê bi dawî bû.