Karter tekezî li ser alîkarkirina Pêşmerge dike

Wezêrê Bergîriyê yê Amerîkayê radigihîne, ew alîkariya bo hêza Pêşmerge, ketiya ware cibicîkirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezêrê Bergîriyê yê Amerîkayê radigihîne, ew alîkariya bo hêza Pêşmerge, ketiya ware cibicîkirinê.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter bi pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, derbarê alîkariya bo hêza Pêşmerge de diyar kir ku, ew alîkarî ketiye warê cibicîkirinê.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku Karter îro bi serdanekê gihêştibû Bexdayê, daxwaza lêborînê ji Barzanî xwast, ku ji ber karên wî yên zêde, ew nikare serdana Hewlêrê bike.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî spasiya hewla Wezareta Bergîriyê û berpirsên din yên Amerîkî kir, bo piştevaniya hêza Pêşmerge.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê îro ragihand ku, ew 415 milyon dolar wek alîkariyeke darayî bo hêza Pêşmerge dabîn dikin.

Herwiha hat ragihandin ku, proseya rizgarkirina Mûsilê yek ji mijarên telefona di navbera Karter û Barzanî bû.