Xwepîşander ên Bexdayê rijtin li ser bi cihhînan a dxwazî yê xwe.
K24- Bexda:
Xwepîşander ên kax a Tehrîr li Bexdayê ragehandin ku dê berdewam bin li ser xwepîşandanê û rijtin li ser bi cih hînanan a daxwazî yên wan.
Evro jî bi hezaran hevwelatî li kax a Tehrîr li bexdayê berdewamin li xwepîşandanê û daxwaz dikin çaksazî bihê encamdan û her sê serokatî yên Îraqê û hemû wezîr destvekekşînin ji kar.
Yek ji xwepîşanderan bi Kurdistan 24 ragehand: Daxwazî yên me her daxwazî yên berê ne, Em daxwaz dikin her sê serokatî yên Îraqê dest ji kar vekişînin û hikumetek a nû pêk bihêt, berê jî delîve hatibû dan bi Ebadê ku di dem a 40 rojan de hikumet a nû pêk bihîne, lê ev hemû hat piştguhxistin , lew xelkê niha her ew daxwazî hene, Em daxwaz dikîn Ebadî lezê bike li bici hînanan a daxwazî yên me.
Amaje bi wê yekê jî kir : Em daxwaz ê ji wezîran dikin dest vekişînin ji kar û em bi hîç Awayekê kax a Tehrîr bi cih anhêlîn û rijtîn li ser daxwazî yên xwe.
Ev di demkê de ye ku çend rojin perlemantar ên mangirtî kar ên perleman a Îraqê ragirtine û biryare evro piştî nîvro carek a dî kombûn ên perlemanî dest pê bike.
Xwepîşander ên kax a Tehrîr bêtir alîgir ê Rewt a Sedrin, berê Mûqteda Sedir, rêber ê Rewt asedr di payam a xwe ya dawîyê de daxaz ji hevwelatî yên xwepîşander kiribû ku netirsin û berdewam bin li ser xwepîşandanan û mangirtinê.