Serok Komar ê Îraqê daxwaz dike perleman kom bibe
K24- Bexda:
Serok ê komar a Îraqê, Fûad Mesûm, evro Sêşembîyê daxwaz ji hemû perlemantar ên Îraqê kirk u evro danîştin a Perlemanê encam bidin bo kontirolkirin a tengije ya Perlemanê.
Gotebêj ê serokatî ya komr a Îraqê, Xalid Şwanîdi ragehandinekê de, got: Serok komar, Fûad Mesûm daxwaz ji hemû endam ên Civat a Nwêneran (perleman) dike, evro Sêşembîyê demjimêr dûyê nîvro kom bibin di avahî ya perlemanê de bo kontirolkirin a derencam ên rewş a nav Civat a Nwêneran.
Ev di demekê de ye ku li 14/4/2016 nêzîkî 170 perlemantar ên Îraqê ku nav ê perlemantar ên mangirtî ji xwe danane, danîştinek di nav avahî ya perleman encamdan û biryardan deste ya serokatî ya perlemanê ji post a wan bi dûr bixin û ev jî bûye eger a serhildan a tengijeyek a sîyasî li Îraqê û metirsî ya wê heye bibe eger a pişikbûn a perlemanê bod û perleman ên biçûk.
Perlemantar ên mangirtî daxwaz dikin deste ya serokatî ya perlemanê bihên guhertin û hikumetek a teknokrat bihê damezirandin.
Ev pêşhat hevdemin li gel berdwambûn a xwepîşander ên alîgir ên Rewt a Sedr li Bexdayê ku daxwaz a çaksazîyê dikin di dezgeh ên hikumetê de pêkhînan a hikumet a teknokrat.