Hefteya sînemayê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Hefteyeke sînemayê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Yaneya Qamişlo ya Sînemayê dibin navnîşana “Sînema ji bo azadiyê distirîne” tê lidar xistin, ku ji 17 meha Nîsanê dest pê kir û di 23 mehê de bidawî dibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b402bb40-14fa-45a3-8855-7e1749575ce5/sinema-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Hefteyeke sînemayê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Yaneya Qamişlo ya Sînemayê dibin navnîşana “Sînema ji bo azadiyê distirîne” tê lidar xistin, ku ji 17 meha Nîsanê dest pê kir û di 23 mehê de bidawî dibe.

Bi armanca xurtkirina tevgera sînemayê di nav xelkên deverê de, Yaneya Qamişlo ya Sînemayê hefteyeke sînema li jêr diruşma “Sînema ji bo azadiyê distirîne” lidar dixe.
ku tê de hejmarek ji filmên hindek derhênerên navdar mîna Huner Selîm, Muhemed Ebdulezîz û Behmen Qubadî û hin derhênerên din fîlmên Kurdî û Erebî dê werin numayişkirin.

Rêvebirê Yaneya Qamişlo ya Sînemayê Selam Hesen ji K24ê re axivî û got: “Me hefteya sînema Kurdî çê kir, ji ber sînemeya Kurdî binçav bû. Li ser sînemeya Kurdî ji kê bihate pirsîn, tiştek nizanîbû, yan jî bawer nedikirin ku sînemeya Kurdî heye. Me dixwest bidin xuyanîkirin ku sînema Kurdî heye, xweş e û pêş dikeve û gihiştiye asteke navdewletî. Herweha nasnameya Kurdî di riya sînemayê re diyar dibe.” 

Zêdeyî 50 fîlmên curbecur di programê Yaneya Qamişlo de hene, ku di rojê de nêzî 7 fîlmên kin û dirêj pêşkêşî beşdaran dibe. Di heman demê de, li bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa jî bi alîkariya Tevgera Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, fîlmên hefteyê dê werin numayiş kirin.

Serkird di Tevgera Ciwnên Kurd de Imad Yûsif jî di vê derbarê de ji K24ê re axivî: “Wek ciwanê Kurd em dibînin ku ji erkê meye, em sînema û toreya Kurdî bi Kurdan bidin nasîn. Em wek Tevgera Ciwanên Kurd serpereştiya vê hefteyê li Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa dikin, da ku sînema Kurdî bi şêweyekî berfereh di nav gelê me de were temaşe kirin. Herwiha da ku were zanîn bê sînemeya Kurdî di çi alozî û astengiyan re derbas dibe.” 

Yaneya Qamişlo ya Sînemayê ji heyama sê salan de dest bi vejîna tevgera sînemayê li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Li gorî rêvebirê yaneyê, armanca wî avakirina cemawerekî sînema li Rojavayê Kurdistanê, herweha dixwaze derhêner û sînemeya Kurdî bi pêkhatên deverê bide nasîn.