Cibûrî: Hinekan divê bi hawar û qêjî xwe bisepînin.

Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê, li ser girjî yên di nav perlemanê de çê bûyîn û bûne eger a ji ragirtin a kombûn ên perlemanê, ragehand: Hinek kesan divê bi rê ya qareqar û hawarê û dûr ji çarçûve ya yasayî hêz ên xwe bisepînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/988100c3-7717-47ca-a7c7-7d3f1d048fc0/gburi%20u%20kurd.ism/manifest

K24- Bexda:

Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê, li ser girjî yên di nav perlemanê de çê bûyîn û bûne eger a ji ragirtin a kombûn ên perlemanê, ragehand: Hinek  kesan divê bi rê ya qareqar û hawarê û dûr ji çarçûve ya yasayî hêz ên xwe bisepînin.

Piştî kombûn a wî li gel firaksyûn ên Kurdistanî di perleman a Îraqê de, Selîm Cibûrî, serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê, supasî ya helwêst a nwêner ên Kurd kir, di beranber de rexne li hinek alî yên din yên Îraqî firt û ragehand:  Gelek supasî hewe dikim bo piştîvanî ya hewe bo avakirn a dezgeha û bi destûrbûn a hemû tiştan û heliwêst a hwee hejîyê sûpasîyê ye.

Cobûrî got jî: Çê nabe vîyan a Civat a Nwêneran ji alî yê hinek kesan nemîne û ku divên vîyan a xwe bi sepînin. Hinek kesan divên bi rê ya hawar û qareqarê dûr ji çarçûve ya yasayî hêz ên xwe bisepînin. Çê nabe milmilanî ya vîyan hev bikin, ev dem a heftîyekê ye kar ê perlemanê hatîye ragirtin di demekê de evro welatî şîyan a helgirtin a evan hemû arîşeyan nine.

Ev axivtin ên Selîm Cibûrî, di demekê de ye zêdetir ji heftîyekê ye girjî û alozî kevtîye di nav perleman a Îraqê de û hijmarek a perlemantar ên mangirtî rijtin li ser hilweşandin a her sê serokatî yên Îraqê, hinek çavdêr ên sîyasî weha dibîn ku ev arîşeyeke di navber a alî yên Şçe li ser desthilatê û xelk ên dikişînin di nav evê yarî ya sîyasî de. Li ser pêşnyaz a serok ê komar a Îraqê, Fûad Mesûm, duhî biryar bû perleman a Îraqê kom bibe, lê bi eger a rewş a nav perlemanê, kombûn hat dawîxistin.