ENKSê ti gavên bo gelê Kurd avêtine

Hediye Yûsif:
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevseroka Encûmena Damizrêner ya Sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê dibêje, ragihandina federalîzmê ne karvedanek li hember dûrxistina wan ji Cenêvê bû, lê ew ji destpêka şoreşê de li ser sîstema federalîzmê kar dikin, da ku hemû pêkhate karbin bi hev re bijîn.

Hevseroka Encûmena Damzirêner ya Sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif di hevdîtinekê ligel K24ê de, ragihand, piştî civîna Encûmena Damizrêner ya di 23 û 24ê Adarê de, Desteya Rêveber ya Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hat ragihandin, yek ji karên sereke ya wê destyê ew e, ku di dema 6 mehan de girêbesta civakî û dariştina destûra federalîzmê darêjin.

Derbarê berazîbûna hin eşîreyên Ereb û hin aliyên siyasî yên opozîsyonê ji ragihandina federalîzmê de, Yûsif got: “Jixwe eşîreyên Ereb yê li Rojava û Bakurê Sûriyê dijîn, cihên xwe di federalîzmê de girtine. Eşîreyên ku girêdayî ecindeyên Tirkiyê ne, ew dibîjin ku vê sîstemê qebûl nakin. Herwiha kesên ku êrîşî me bikin, emê berxwedanê bikin.”

Derbarê dûrxistina partiyên Kurdî û ENKSê ji projeya federalîzmê de, Yûsif got: “Heta niha me nedîtiye ku ENKSê gavên serkeftinê bo gelê me avêtine. ENKSê di Îtîlafa opozîsyonê de ye, gava me ev federalîzm ragihand jî, pir dengên kirêt ji nava îtîlafê derketin û li dijî gelê Kurd axivîn, Kurdekî xwedî namûs jî van gotinan qebûl nake. Jixwe yên li derveyî mane, dijminatiya vê projeyê dikin, ji xwe dijminatiya gelê Kurd dikin û ti gav jib o Kurdan navêtine. A niha 500 malbatên şehîdan li ser Îbrahîm Biro doz vekirine.”

Yûsif amaje kir jî, heger ev partiyên li derve mane ji helwestên xwe yên dijber vegerin û bixwazin tevlî vê projeyê bibin, dikarin bi komîteyên dîplomasî re pêwendiyê bikin. Lê Yûsif got jî: “Lê partiyên ku heta niha dijmantiya vê projeyê dike, bêgûman yê me jî helwestt û xêzên sor hene.”

Derbarê danûstandina ligel hikûmeta navendî de, Yûsif got: “Federalîzma me ne federalîzmeke netewî ye, ne taifî ye. federalîmza me Civakî ye. Awayê danûstandina ligel hikûmeta navendî de, dê di girêbesta civakî de were zelalkirin.”

Yûsif diyar kir jî, hebûna çargoşeya ewlehiyê ti bandorê li ser biryarê wan nake. Herwiha hebûna firokxaneyan jî bo xizmeta xelkê herêmê ye. Heger rêveberiya Xweser kengî xwast dikare wan rabike.

Li ser helwestên Amerîka derbarê federalîzmê de Yûsif diyar ku, amarîka ji aliyekî de piştevaniya leşkerî bi YPGê re dike, lê di ware siyasî li cem wan cihê pirsê ev mesele.

Derbarê danûstandinê Cenêvê û mukir nehatina li sîstema federalîmê bo Sûriyê, Yûsif got: “Jixwe rêjîm û opozîsyon bo çareseriyeke demokratîk li hev nakin. Sîstema her duyan daxwaza desthilatê dikin. Em jî 5 sal in li dijî rêjîm û îtîlafê di têkoşînê de ne.”

Yûsif amaje kir ku, heta niha ti hêzên navdewletî ji bo Sûriyê projeyek çareseriyê lipêş nexistine. Çarerserkirina pirsa Sûriyê niha ne di destê gelê Sûriyê de. Pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkeke cîhanî. Hêzên navdewletî jî li berjewendiyên xwe digerin.

Yûsif diyar kir, ragihandina federalîzmê ne karvedanek li hember dûrxistina wan ji Cenêvê bû, lê ew ji destpêka şoreşê de li ser sîstema federalîzmê kar dikin, da ku hemû pêkhate karbin bi hev re bijîn.

Yûsif li ser rola Herêma Kurdistanê li hember federalîzmê de ragihand, ti rola Herêma Kurdistanê nebû, di berxwedana Konbanê de, hêza Pêşmerge rola wê baş bû. Yûsif got: “Partiya Demokrata Kurdistanê mixabin roleke wê neyînî heye.”