Post a cêgir ê serok ê perlemanê bo Kurd vala dimîne

Perlemantarek ê mangirtî di perleman a Îraqê de ragehand, post a cêgir ê serok ê perlemanê ku pişk a Kurde vala dê bimîne heya wê dem ê ku kurd berbijar ê xwe pêşkeş bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cbd1886a-feeb-497e-a244-718a35fbd2c3/adil%20noori.ism/manifest

K24- Bexda:

Perlemantarek ê mangirtî di perleman a Îraqê de ragehand, post a  cêgir ê serok ê perlemanê ku pişk a Kurde vala dê bimîne heya wê dem ê ku kurd berbijar ê xwe pêşkeş bike.

Di hevpeyvînek a taybet bi Kurdistan24, Adil Nûrî, perlemantar ê mangirtî di perleman a Îraqê de, ragehand: Evro perleman danîştîye bo hilbijartin a serok û herdû cêgir ên serok ê perlemanê. Li ser pişk a Kurd, ku cêgir ê serok ê Perlemanê ber wî dikeve, got: Ez xwe berbijar nakim, ev post vala dimîne heya berbijar jê re dihê pêşkeşkirin.

Xuya jî kirk u ji bilî wî Tavge Ehmed jî, ku li gel perlemantar ên mangirtîye, post a cêgir ê serok ê perlemanê red kirîye.

Adil Nûrî,  got jî: tiştek nemaye bi nav ê mangirtîyan, ji roj a Sêşembîyê ve temam bûye, hemû list dê vegerin nav evê perlemanê ku serokatîyeka nû dihelbijêre. Wek çawa roj a Sêşembîyê hatin di nav perlemanê de û deng dan bo serok ê demkî, eger wan bawerî heye ku serok ê berê şerîyet maye, bo wan deng bo serok ê demkî da.

Herweha got: Me gazinde ji serokatî ya perlemanê heye k abo çi nekarin jêpirsînê ji hikumetê bikin, min fayil li ser hikumetê heye, 36 wajû me kom kirîne, Heyder Ebadî, gendelî û kavilkarî xistîye di Îraqê de û me daxwaz kir jêpirsînê li gel bikin, gotin neşyêyîn.