Teqîneke xwekujî li bajarê qamişlo rû da

Şer û peçûn li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê berdewam im, li qada cadeya el-Wehde bi cadeya Kornîş re teqînekê li navendeke Asayişa Rojava li taxa kornîş rû da û di encamê de 5 endamên asayişê ligel 3 kesên sivîl şehîd bûn.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo
Şer û peçûn li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê berdewam im, li qada cadeya el-Wehde bi cadeya Kornîş re teqînekê li navendeke Asayişa Rojava li taxa kornîş rû da û di encamê de 5 endamên asayişê ligel 3 kesên sivîl şehîd bûn.

Li gorî peyamnêrê K24ê, teqîn di riya matorekî de rû da û bi sedema vê yekê şerekî giran dest pê kir, gihişte asta bi karanîna çekên giran ji aliyê hêzên rêjîmê ve, di encamê de 5 endamên asayişê ligel 3 kesên sivîl şehîd bûn. Hindek guleyên Hawinê li navendeke sotoro û hindek malên taxa kornîş ketin.

Herwiha Asayişa Rojava dest danîn ser zîndana Elayayê û nêzîkî 40 endamên hêzên rêjîmê xwe radestî hêzên asayişê kirin. Herwiha 17 girtiyên di zîndanê de jî bo zîndanên asayişê hatin veguhastin.

Ev yek bû sedema koçkirina hemarek ji malbatên wê taxê ber bi hindek taxên aram ve û berve bajarokê Amûdê koçber bûn.

Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ligor encamên destpêkê dora 10 kesan canê xwe jidest dane, lê ji ber rewşa şer û pevçûnan ziyanên canî bi zelalî nehatine zanîn, hêzên asayişê jî ti daxuyanî derbarê ziyanên canî de nedane.