Diyarbekir: Pêşangeha "li bajêr binihêre" hat lidar xistin

Li Diyarbekirê pêşangeheke bi navê “Li Bajêr Binihêre ji bo ku tu Bibîr bînî û Bibêjî.” “BAK” hat raxistin. Projeya pêşangehê ji 2014-an ve her sal ji aliyê 24 ciwanên ji 10 bajarên cuda tê birêvebirin. Pêşangeha Amadekarên pêşangahê dibêjin, hevûdu fêmkirina cudarengiyên civakê gelek girîng e û ji bo agahiyên rastewxwe jî divê pêwendiyên rastewxwe bên sazkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6737e08d-03fc-4702-94a1-f2edf7ec1321/PeshangehaLiBajarBinihereHatLidarxistin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê pêşangeheke bi navê “Li Bajêr Binihêre ji bo ku tu Bibîr bînî û Bibêjî.” “BAK” hat raxistin. Projeya pêşangehê ji 2014-an ve her sal ji aliyê 24 ciwanên ji 10 bajarên cuda tê birêvebirin. Pêşangeha Amadekarên pêşangahê dibêjin, hevûdu fêmkirina cudarengiyên civakê gelek girîng e û ji bo agahiyên rastewxwe jî divê pêwendiyên rastewxwe bên sazkirin.

Ciwanên Kurd û Tirk, ji bo ku pirên hev nas kirin û hevûdu fêm kirinê saz bikin, projeya “Li Bajêr Binihêre ji bo ku tu Bibîrbînî û Bibêjî.”  dane destpê kirin. heman pêşangeh li 10 bajarên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê hemwext hatine vekirin. Mebest ji projeyê ew e ku xort û ciwanên li rojavayê Tirkiyeyê û Rojhilatê Tirkiyeyê hevûdu ji nêzîk ve nas bikin û fên bikin e.  

Asîstana projeyê Ezel Yilmaz ku ji bajarê Bursayê ye û 2 sal e bi vê projeyê re kar dike. Ji Kurdistan24 re ragihand ku, çapamenî û kanalên resmî yên ragihandinê, agahdar kirinên rast û dirist nakin û wek alternatifeke hevvûdu û bajar û jînwarên hevûdu nas kirinê bêy tu cudahiya bawerî û nasnameyan bikin hewlan didin.

Yilmaz ji K24ê re axivî û got: “Din av xebatên 2 salen dawî de, ji her aliyên Tirkiyeyê, bi ciwanên xwedî cudataybet re em bi hev re bûn. Bi wan re me xebatên atolyeyan yên ku van berheman jê hatin çê kirin pêkve xebat kir.”

Di kurtefim û dokumenteran de jî, hûrgilî û taybetiyên çandên ji bajarên cuda hatine qeyd kirin û li salonê tên pênişandan.

Sinemagerê Kurd Ardîn Dîner ku li pêşangahê digeriya jî, bal kişand ku, karên hunerî nihêrînên cuda nîşanî mirov didin û afrandinekî di xwe de dihevînin. Ji ber vê yekê jî divê xebatên wiha bi wate zêdetir bên kirin.

Projeya “BAK” (BINIHÊRE), li Diyarbekirê, di nabera 16ê Nîsanê û 8ê Gulanê de, ji bo kes û geştiyarên ku merak dikin û lê bigerin dê raxistî bimîne.