Asayişa Rojava agirbest li Qamişlo ragihand

Fermandariya Asayişa Rojava, li ser bangewaza rîsipî û şêxên eşîran agirbest li bajarê Qamişlo ragihand.

K24 – Qamişlo

Fermandariya Asayişa Rojava, li ser bangewaza rîsipî û şêxên eşîran agirbest li bajarê Qamişlo ragihand.

Fermandariya Asayişa Rojava îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, li ser bangewaza rîsipî û şêxên eşîran agirbestê ji aliyê xwe ve ji demjimêr 70: 30an de ragdigihînin, heta ditina çareseriyeke guncaw ji ewlehiya herêmê re.

Fermandariya Asayişa Rojava, hişyarî da, heger çi şikandin ji aliyê hêzên ser bi rêjîmê ve ji agirbestê re çê bibe, ew bersiveke din ya bihêz didin rêjîmê.

Ji 20 Nîsanê ve, şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayişa Rojava û YPGê ji aliyekî ve û hêza Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ji aliyekî din ve derket.

Di daxuyaniyê de hat jî, ji encama şer û pevçûnan, hêzên Asayişê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karîn gelek navendên rêjîmê û zîndana Elayê ve kontrol bikin. Ji aliyê ve 31 endamên hêzên ser bi rêjîmê ve hatin kuştin û 102 endamên din bi dîlî hatin girtin.