6 endamên DAIŞ'ê yên biyanî hatin binçavkirin

Li Tirkiyê bajarê Konyayê di dema serdana Serokwezîr de, 6 endamên DAIŞ'ê yên biyanî ku amadekariya çalakiyan dikirin, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Konyayê di dema serdana Serokwezîr de, 6 endamên DAIŞ'ê yên biyanî ku amadekariya çalakiyan dikirin, hatin binçavkirin.

Parêzgarê Konyayê Muamer Erol da xuyakirin, di operasyona şeva borî de 6 endamên DAIŞ'ê ku tevahiya wan biyanî ne, hatin binçavkirin. Parêzgarê da zanîn, wan terorîstan xwestine di dema serdana Dawûdoglu de hemberî mezinên dewletê, êriş pêk bînin.

Dawûdoglu, duh derengiya şevê ji Antalayê derbasî Konyayê bû û  beşdarî bernameya "Paytextê Tûrîzma Îslamî Bajarê Konyayê" bû.

Hat ragehandin, endamên DAIŞ'ê, dema ku keşfa çalakiyên xwekuştinê kirine hatine binçavkirin.