Careke din Asayîşa Rojava rê nada birîndaran

Asayîşa Rojava rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku, di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/991286a8-0628-408b-bed2-68fe887ee229/nemat%20maronci.ism/manifest

K24 – Pêşabûr

Asayîşa Rojava rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku, di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.

Peyamnêrê K24ê li dergeha sînorî ya Pêşabûrê ragihand, 3 birîndarên şer û pevçûnên Qamişloyê de, dixwastin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, bo wergirtina çareseriya tenduristî, lê ji aliyê Asayişa Rojava ve rê pêş wan hatin girtin.

Herwiha Şeva borî ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi çekî qensa birîndar bûbû, ji ber dijwariya birîna wî malbata wî xwastin derbasî Herêma Kurdistanê bibe û bê dermankirin, lê Asayîşa Rojava rê li ber girt.

Serokê Hermêma Kurdistanê Masûd Barzanî wek destpêşxerî û hevkariyekê bo Rojavayê Kurdistanê biryar da, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo wergirtina birîndarên şerê Qamişlo di amadebaşiyê de bin.

Ji 20 Nîsanê ve, şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayişa Rojava û YPGê ji aliyekî ve û hêza Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ji aliyekî din ve derket. Duh, êvarî jî agirbest di navbera YPGê û rejîma Sûriyê hate ragehandin.

Li gor ku Seroka Desteya Tenduristiyê li Kantona Cizîrê Ebîr Esaf ji K24ê re ragihandiye, ku di encama wî şerî de 10 şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û 17 welatiyên sivîl şehîd bûne, herwiha 31 alîgirên rejîma Sûriyê di wî şerî de hatine kuştin.