Li Tirkiyê Salvegera komkujiya Ermenan hat bibîranîn

Ev dîroka reş, hersal bi çalakiyan tê şermezarkirin û diasporaya Ermenan ji gelek welatan hewl dide ku ev tiştê ku Tirkiye li hemberî Ermenan kir wekî Jenosît bê qebûlkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a35c5ffc-9b6e-458c-bf1e-77a1a192f71d/SalvegeraKomkujiyaErmenan.ism/manifest

K24- Navenda Nûçeyan

Di 24ê Nîsana 1915ande li Tirkiye li diji Ermenan komkujiyeke mezin pêk hatibû. Di ve komkujiye de bi milyonanErmen hatibû kuştin û sirgunkirin. Di 101.Salvegera vê komkujiyê de li Enqere panelek hate sazkirin.

Beriya Şerê yekem yê Cîhanê li dewleta Osmanî nezî 2 milyon Ermen hebûn. Lê dema Şerê Cîhanê dest pê kir, dewleta Tirk polîkayên Tirkbûnê meşandin û ji ber vê yekê jî sirgûnkirina gel û baweriyên din hate destpêkirin. Herwiha nêzî milyon û 500 hezar Ermen jî bo qurbaniyê vê polîtîkayê û bi sedhezaran Ermen jî koçber bûn.

Di salvera xwe de ev komkujî û surginkirin bi panelekê hate şermezar kirin.Di Panelê de ku ji aliyê Platforman Bîranînê ya 23ê Nîsanê ve hate lidarxistin, gelek Rewşenbîr û Nivîskar beşdar bûn û bo wan kesên hatin qetilkirin rêz hate girtin.

Beşdaran balkişand li ser wê yekê ku, digel 101 sal li ser vê komkujiyê derbas bûne hêj Tirkiye polîtîkayên înkarê dimeşînin û vê komkujiyê qebûl nake.

Derbarê vê mijarê Rewşenbîr Atilla Dirim ji K24ê re wiha got:"ji sala 1930an û wir de komkujiya ku, li ser ermenan hatibû kirin nayê qebûlkirin. Dewleta Tirkiyê her gav dibêje Ermenan li ser me kuştinên mezin pêk anîn û gundên me  şewitandin. Mixabin ev gotinên ku çi rastiya wan tuneye nîşanî nifşên nû didin. Dê ev komkujî li her derê bê vegotinku herkes rastiya wê yekê bizane."

Di panelê de polîtîka û şerê niha Tirkiye li Bakurê Kurdistanê dimeşîne jî hate nirxandin û hat gotin ku, tiştên di sala 1915an de hate serê Ermenan îro jî tê serê Kurdan.

Derbarê vê babetê Parêzer Selahattin Esmer wiha ji K24ê re axifî:"Em dizanin ku, sucê şer herî zêde dema komkujiyan de pêk tê. Ji ber ku, şêr pêkanînana komkujiyan hêsantir dike. Dema em dîrokê mêze dikin komkujiyên mezin pêk hatine. Dema  em berê xwe didin Tirkiyê li Sûrê, li Cizîrê, li seranserê bajarên kurdistanê, li dijî kurdan komkujî pêk tên û sûcê şer tê kirin."

Di sala 1915an de ji bilî qirqirin û sirgûnkirinêhemû mal û milkên Ermenan hatin talankirin, avahiyên wan hatin şewitandin û hindek Ermenên li Tirkiyê man jî bo herêma Deryaya Reş hatin şandin. Ev dîroka reş, hersal bi çalakiyan tê şermezarkirin û diasporaya Ermenan ji gelek welatan hewl dide ku ev tiştê ku Tirkiye li hemberî Ermenan kir wekî Jenosît bê qebûlkirin.