Obama: Bo ruxandina Esed bikaranîna çekan şaştiyeke

Tê zanîn ku, danûstandinên Cenêvê derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê hatine rawestandin, tê pîşbînî kirin ku heftiya bê de ji nû ve destpê bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barak Obana ragehand ku, bi armanca ruxandina serokê rejîma Sûriyê Beşa Esed bikaranîna hêza leşkerî şaştiyeke.

Derbarê vê mijarê Radyoya BBC daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, ew dikare fişarekê navdewletî  bike ser aliyên kirîzê di nav de jî Iran û Rûsya daku bigehin çareseriyê û şerê li wî welatî bi dawî bînin.

Obama da zanîn ku, ew dikarin pêgeh û navendinê rêxistina DAIŞê kontirolbikin, herwiha erdê di bin destê wê de jî kêm bikin.

Tê zanîn ku, danûstandinên Cenêvê derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê hatine rawestandin, tê pîşbînî kirin ku heftiya bê de ji nû ve destpê bikin.